Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî yên PDKÎ, rejîma Îranê ditirsîne

13:55 - 8 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ û pêşmergeyên Bajar, li bajarên Kurdistanê, rejîm û Spaha Pasdaran a terorîst bêzar kirine.

Bazên netris yên PDKÎ li deverên wekî, Şamiyan, Sewlava û Merîwanê çalakiyên teblîxî lidar xistin

Di demekê de ku, rejîma Îranê, bajar û deverên Kurdistanê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst û destûpêwendiyên xwe ve awarte kiriye, “Bazên Kosalanê” yên PDKÎ, di ronahiya rojê de bi bivêrîbûn û hizra şoreşgêrbûna xwe, ji rejîma Îranê re nîşan dan, û postêr û logoya PDKÎ û wêneyên rêberanê şehîd yên PDKÎ belavkirin.

Ew çalakiyane li bajarên wekî: bajarê Sewlava û gundên Dûrû, Îbrahîmava, Ehmedava, Spiyar, Hezarxanî, Hecimne û li ser riya Qelacê bo Sewlava lidar xistin ku zêdeyê 450 tirakit belavkirine.

Ji aliyekî din ve rejîm li deverên Şamiyan, Sewlava û Merîwan, caşên xwe yên berê bo nav Spaha Pasdaran a terorîsî gazîkirine û ji hemûyan re amadebaşiya tewav dane, herwisa hêzên Întizamî û Spaha pasdaran û bikirêgirtiyên din jî, li tirsa canê xwe cilîsqeyên dijî gulle xwe dikin.

Hevdem pêşmergeyên Bajar li bajarê Pîranşarê bo piştevanîkirin ji pêşmerge û PDKÎ çalakiyên teblîxî lidar xistine.

Pêşmergeyên Bajar li gundê “Peswê” ya girêdayî bajarê Pîranşarê jî, bo piştevanîkirin li pêşmerge û PDKÎ, bi belavkirina tirakit û postêrên taybet, çalakiyên teblîxî lidar xistin.