Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

çalakvanê siyasî yê Kurd gireva xwe berdewam dike

17:48 - 12 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Çalakvanekî siyasî yê Kurd, ev 60 rojin di greva birçîbûnê de ye, û rewşa tendirustiya wî nebaşe.

Çalakvanekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Berzan Mihemedî” ku li girtîgeha “Feşafûy” ya Tehranê, bi sedema rewşa xirab ya girtîgehê û herwisa bi merema cîbicî nekirina daxwazkariyên wî, ji aliyê berpirsên wê girtîgehê ve, bo wê ku navbirî veguhezînin bo girtîgeha “Êvînê” navbirî dest avêtiye bi greva birçîbûnê û ev 60 rojin ku di grevê de ye.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd, bi sedema wê ku ev 60 rojin di greva birçîbûnê de ye, rastî daketina tansiyona xwînê hatiye, û rewşa wî baş nine û tevî wê jî, ji aliyê berpirsên wê girtîgehê ve, tu bersivek bo daxwazkariyên wî nehatiye dan.

 “Berzan Mihemedî” meha Gelawêja 1396`an, bi tawana “civîn û destêverdan û têkdana ewlehiya neteweyî û piropagende li dijî Nizamê” hatiye desteserkirin.

Navbirî di dadgeha destpêkî de, bi 6 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan û piştire li dadgeha pêdaçûnê cezayê wî bo 3 sal û 6 mehan, hepsiya te`izîrî hate guhertin.