Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî din yê Kurd li Dêvulanê bo îdreya Îtilatê hat bang kirin

15:23 - 23 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Çalakekî Kurd bi navê Ramîn birê Enver Husên Penahî, bê ewê ku sûçek hebe bo îdareya Îtilatê hat gazî kirin.

Navenda berevanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kir, roja Yekşemî bervara 22’ê Hezîran a 2014’an, Ramîn Husên Penahî birayê Enver Husên Penahî, ji aliyê îdareya Îtilat a bajarê Dêvulanê ve hat bang kirin û bo heyamê 4 demijmêran lêpirsîn jê hat kirin.

Li gor vê çavkaniyê, di dema lêkolîn ji Ramîn Husên Penahî ji aliyê îdareya Îtilatê ve yek ji memûrên vê îdarê gef ji navbirî kiriye û lênaye, lê tu agahiyek ji sedema gazî kirin û lêdana wî nehatiye biliv kirin.

Navenda han nivîsiye: Malbata Husên Penahî yek ji wan malbatane ye ku di 6 salên derbasbûyî de givaşekî zaf ji aliyê hêzên ewlehkar ve li ser wan bûye.

Enver Husên Penahî Payîza sala 2007’an ji aliyê hêzên Îtlatî ên rejma Îranê hatiye girtin û di Bihara sala 2008’an de, bi sûçê “dijberî a tewî Xwedê” û alikariya partiyekî Kurdistanî bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin ku piştre bi sedema narizayetî ceza wî bo 6 sal girtîgeh kê kir.

Li gor vê çavkaniyê, di heyamê şeş salên derbasbûyî de pitir ji 33 kes ji endamên malbat Husên Penahî bi awayên curbicur ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.