Şerê çekdarî di navbera çalakvanên Belûç û hêzên rejîma Îranê li parêzgeha Kirmanê de qewimî ku çendîn kuştî û birîndar hebûne û hatiye ragihandin ku 6 leşkerên rejîmê jî bi dîl hatine girtin.
Kempêna “Çalakvanên Belûç” li Roja Çarşemî 17ê Çiriya Paşîn ragihandiye ku fermandeyekî rejîmê yê bi navê “Mehdî Tûseng” ku pileya wî serhengî bûye û fermandeyê biryargeha operasiyona Ebûzer bûye di wî şerî de hatiye kuştin û herwisa 8 leşkerên din jî hatine kuştin û birîndarkirin.
Di wê derheqê de kanala Telegramiya “Resed a Belûçistan”ê ragihandiye ku li encama şerê çalakvanên Belûç û hêza tekaweriya rejîmê li parêzgeha Kirmanê, 4 leşkerên rejîmê hatine kuştin û 7 leşkerên din jî birîndar bûne û herwisa 6 leşkerên rejîmê ji aliyê çalakvanên Belûç ve bi dîl hatine girtin.
“Resed a Belûçistanê” nasnameya 3 kûştiyên rejîmê bi “serheng Mehdî Tûseng, Ishan Şîrxanî û Rizwanî” ragihandiye û nasnameya 4 birîrîndaran bi “Muhsin E`ilayî, Mihemedsadiq Moînnijad, Elî Zul`ela û Elî Tanewerdî” ragihandiye.
“Resed a Belûçistan”ê ragihandiye: “Di wî şerê 24 demjimêrî de 2 çalakvanên Belûç ên bi navên “Melik Şebexş kurê Mêhrab û Şebexş” canê xwe ji dest dane”.