Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanên medenî li bajarê Serdeştê, alîkariya malî bo malbata kolberek ku hatiye kuştinê kom kirine

13:58 - 1 Gulan 2022

Çalakvanên medenî li bajarê Serdeştê 240 milyon Tumen bo malbata Kolberek ê bi navê “Silêman Îbraîmzade” kom kirine.

Piştî kuştina wî kolberî, çalakvanên medenî yê wî bajarî bi armanca hevxemî digel malbata wî kolberî, daxwaz ji xelkê kirine ku alîkariya malî bo vê malbatê kom bikin û xelkê pêşewaziyek gerim ji vê daxwaziyê kirine.

“Silêman Îbrahîmzade” 37 salî û xelkê gundê “Binuxelef”ê girêdayî bajarê Serdeştê, xîzandar û bavê zarokekî ye ku di sînorê “Bêtoş” ê girêdayî bajarê serdeştê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê hate kuştin.