
Kurdistanmedia: Berpirsa navendeke geştiyarî ya Yasayî, û xelkê bajarê Bîcnordê ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst ve hate desteser kirin.
Berpirsa navendeke geştiyarî ya Yasayî, ya bi navê “Fa`îze Cemalî” xelkê bajarê Bicnordê, roja Çarşemî 14`ê Xezelwerê ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîs ve di Xurasanê de hate desteserkirin.
Îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst bi bê ti sebebeke yasayî û bi sedema weşana wêneyeke serqot di nav torên civakî de Fa`îze Cemalî binçav kirine.
Ji aliyek din ve jî îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst ji hevkarên Faîzê re gotine ku, nabe di derheq wê desteserkirinê de ti nûçeyekê belav bikin.
Berê jî îtila`ata Spaha Pasdaran a tereorîst çendîn berpirsên geştyarî desteser kiribûn.