Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalên avê canê sê zarokên Beloç girt

13:22 - 30 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Sê zarokên dersxwan ên gundê “Kimo Bazar” a girêdayî bajarê Pilanê bi sedema ketina nav avê, canê xwe jidest dan.

Li gorî nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, roja Çarşemî 8`ê Cozerdana 1398`an (29`ê Gulana 2019`an), 3`ê zarokên dersxwan yên bi navên “Monîre Xidmetî û Meriyem Xidmetî” keçên Vahid û temen 9 salî û “Yesra Dilşeb” keça Nasir û temen 10 salî, û xelkên  gundê “Kimo Bazar” a girêdayî bajarê Pilanê ya ser bi Parêzgeha “Sîstanûbeloçistan”ê bi sedema vexwarina avê bo nav çala avê diçin û dikevine nav avê û dixeniq in.

Ew 3`ê zarok li xwendingehê mijûlê dersxwandinê bûne û bo bêhnvedanê derdikevin, bi sedema gerimbûna hewa û nebûna ava vexwarinê di xwendingehê, ev ser çala avê dikin û wir dikevine nav çala avê ya bi navê “Hotêk” û bi sedema wê bûyerê canê xwe jidest didin.

“Hotêk” navê wê çala avê ye û bi qasekî mezine ku bi barîna baranê û kombûna ava baranê di nav wê çalê de, û bo heyama salekê xelkê wî gundî bo vexwarin û karê çandiniyê ji ava wê çalê mifahê verdigrin.

Bi sebeba xemsarî û guhnedana berpirsên rejîmê derheq bajarên sînorî, hevwelatiyên wan bajaran ji hemû îmkanatên jiyanê bê parin û zarokên wan deveran bi neçarî û hestret û nebûna cihên xweşderbasî û seyranê, ji avên qirêj û alavên lê nehatî mifahê verdigrin û encama wê jî dibe jidest dana zarokên dersxwan.

Berpirsên rejîma gendel bi cihê ku di wan deveran de, sermaye guzarî bikin û îmkanatên jiyanê bo xelkê wan deveran dabîn bikin, tenê bi fikra berîka xwe ne, û herwisa di heyamên berê de, berpirsê perwerde û hînkarê yê parêzgeha Sîstanûbeloçistanê, bi qasî 3 milyard tûmenî pere bodceya vê îdareyê bo berîka xwe bikar anî bû.