Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çandina birinc li parêzgeha Luristanê tûşê pirsgirêkan bûye

13:07 - 2 Gulan 2021

Bi sedema kêmavî û herwisa nebûna sîstemeke bi wec a dabeşkirina av li parêzgeha Luristanê û herwisa veguhastina ava wê parêzgehê bo bajarên wekî “Qum”ê, werzêr rastî pirsgirêkan hatine.

Çandina birinc ku hewcehî bi avdaneke zêde heye û heta bo çandina wê jî aveke zêde hewce ye, li parêzgeha Lurdistanê bi sedema kêmavî bi qasekî zêde rawestaye û werzêrên ku dahata wan ji berhemanîna birinc in, tûşê pirsgirêkên micid bûne û heta niha çendîn werzêran bi sedema kêmaviyê nekarine birinc biçînin.

Parêzgeha Luristanê ku pirsgirêka micid ya kêmaviyê heye, ava wê parêzgehê bo bajarên wekî “Qum” tê veguhastin û bi sedema nebûna ti bernameyeke zanistî ya dabeşkirina avê, werzêr rastî şikestê hatine ku paşhatên giran û dijwar hene.

Di vê derheqê de, binav nûnerê meclîsa rejîma Îranê, “Mêhrdad Wêyskeremî” gotiye: “Di meclîsê de çandina birinc hate baskirin ku ti encamek nebû û biryar bû ku ji aliyê Saziya Av a deverî ve biryar bê dan, lê Şêwraya Nigehban rexne jê girt û zivirand û ez bawer im ku ti hewlek nayê dan û ew xemsariyek e ku li derheq xelkê de dikin”.

Bi vî awayî ne rejîma Îranê dixwaze ti pêngavek bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilbigre û ne werzêran ti derfeteke din hene û çandina birînc li wê parêzgehê de rastî şikestê hatiye.