Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Canê xelkê Pîranşarê di bin gefa Koronayê de ye

17:08 - 5 Çirriya paşîn 2020

Nebûna hewcehiyên hestiyar li nexweşxaneya bajarê Pîranşarê û gendelî û diziya dermanên taybet ji aliyê hindek ji kadrên dermanî yên nexweşxanê, û tevlîhevbûna pêketiyên Korona digel nexweşên din li beşa Orjansa wê nexweşxanê, bûye gefekî micid li ser canê xelkê û nexweşan.

Pêka raporên belavbûyî, rewşa nexweşxane û herwisa nexweşan û kesên serdana nexweşxaneya bajarê Pîranşarê dikin, karesat e û dembidem bi lezgînî qasa tûşbûn û qurbaniyên vîrûsa koronayê zedetir dibe û bi sedema xemsariya berpirsan û nebûna emraz û alavên hewce wekî textê razandina nexweşan, Oksîjenê bi qasî hewce û cudanekirina pêketiyên vîrûsa Koronayê digel nexweşên asayî li beşa Orjansa wê nexweşxaneyê de bûye gef li ser canê xelkê.

Herwisa pêka hin zaniyariyan, hejmarek ji kadrên dermanî li beşa qerentîne ya wê nexweşxaneyê, dest bi dizî û guherîna derziyên taybet bi Koronayê kirine û li bazara reş de firotine lewma çendîn malbatan şikayet ji wan kirine û heta niha berpirsan ti bersivek nedane wan û bi sedema şirîkbûn digel vê gendeliyê, xwe bê deng kirine.

Kirîna derziyên taybet bi koronayê ku nirxekî bilind hene, bo xelkê hejar pir zehmete û nebûna wan derziyan gefa herî micid li ser canê nexweşan e.

Lê hejmarek ji kadrên dermanî bi asta herî bilind a dilsozî û seha berpirsatî, tevî hebûna gefê li ser canê wan û malbatên wan, çendîn mehe ku bê vergirtina tu hiqûqekê û heta nedana lepik û maska hewce bi wan re di wê nexweşxaneyê de kar dikin.