Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Canjidestdana kolberan dirêjî heye

18:10 - 15 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Di heyama sê roja de sê kolberên Kurd li çiyayên Kurdistanê bûne qurbanî, ku du ji wan canê xwe ji dest dan, yên din jî bi tundî birîndar bûne.

Pêka ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê roja pêncşemiyê rêkeft 22-ê Sermaweza 1397`an a Rojî, hejmarek ji kolberên Kurd, li sînorê bajarê Xoyê bûne armanca teqeya raste-rast a Hêzên Emniyetî ên Rejîma Îranê û di encama wê teqeyê de, kolberekî Kurd bi navê “Hadî Nêi`metî” temen 29 salî, bi tundî birîndar bû.

Ew kolberê Kurd, di bilndahiyên Kotolê li xala sînorî a Xoyê, ketiye ber teqeya hêzên emniyetî ên rejîmê û ji navtengê xwartir birîndar bûye. Piştre ew kolberê Kurd bo nexweşxaneya bajarê Tewrêzê hatiye veguhastin, û bi giştî rewşa tendirustiya wê jî gellek xirap e.

“Hadî Nê`imetî” xwediyê hevjîn û du zarokan e, ku heyama du salan e ku ji bo peydakirina bijêwa jiyana malbata xwe, rû li pîşeya kolberiyê li deverên sînorî de kiriye.

Hevdem roja Çarşemiyê rêkeft 21-ê Sermawezê, kolberekî Kurd bi navê “Cewad Gulabî” temen 35 salî xelkê gundê “Melûne” ser bi devera Soma- Biradostê bi sedema hatina reniyê canê xwe ji dest daye.

Her di wê pêwendiyê de, roja Sêşemiyê 20-ê Sermawezê, kolberekî Kurdê di bin navê “Zaniyar `Ezîzzade” kurê Silêman, xelkê bajarê Pîranşehrê, bi sedema sirêbirinê canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd, bi sedema zêdebûna sirê li bilindahiyên “Alane” li sînorê Pîranşehrê, di dema kolberiyê de canê xwe ji dest da.