Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çapa hemî weşanekî Kaxezî di Îranê de hate qedexekirin

12:50 - 31 Adar 2020

Kumîta zaniyarî dana li ser rewşa Korona yê di Îranê de ragihand : Çapa her cure belavok û govar û rojname û pirtukekê, heya dema tewaw bûna Vîrûsa korona yê di Îranê de, bi tewawî tête ragirtin û hemî çap û weşaneke kaxezî di Îranê de qedexeye.

Heya dema dana wê biryarê, Rojnamên ser bi rejîmê her dihatne çap û belawkirin.

Kumîta zaniyarî dana li ser rewşa korona yê, sebebê qedexekirina heçî weşanekî ser kaxezê, girêdayî bi egera belavtir bûna Korona yê daye zanîn.

Rejîm bona parastina morên girêdayî bi xwe û kesên ku di dem û dezgehên ser bi Wilayeta feqîh de kar dikin, her cure tedabîreke tendirustiye berçaw digire, lê ji aliyeke dinê jî xema xelkê de nine û bo parastina canê xelkê, rejîm amade nîne çi biryarekê bi qazancê xelkê bide.

Bo mînk rejîm amade nebû zaniyariyan bide xelkê, Bajaran qerentîne bike, derman û hewcehiyên pizişkî bide xelkê, heta ku mixabin niha rojane sedan kes bi hegera wê xemsarî û dujminkariya rejîmê di gel xelkê Îranê, canê xwe ji dest didin.