Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar deverên Kurdistanê rastî pirsgirêkên veguhastinê hatine

12:01 - 17 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Deverên girêdaiy bajarê Umriyê li sîstemên veguhastina welatiyan bê parin.

 Li gorî nivîsa ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, welatiyên deverên wekî Mirgewer û Tirgewer û SomaûBiradost yên girêdaiy bajarê Urmiyê,li sîstemên veguhastinê bêparin, û welatî bo hatinûçûnê neçarin van rêyan bi pêyan bipêkin.

Sîlvana ku bixwe bajaroke, li devera Tirgewerê hilketiye û gundê Gengeçînê jî ku mizintirîn gundê ser bi devera Soma û Biradoste, heya niha jî li sîstemên veguhasta welatiyan bo bajarê Urmiyê bêparin û tu guherînkariyek di vê derheqê de nehatiye encam dan.

Berê bi sedema bazirganiya gazolê gundên van deveran li ser navê veguhastina welatiyan pirraniya welatiyên van deveran tiromibîlên Minîbos hebûn, lê, piştî qutbûna vê bazrganiyê, niha ev jî nemaye û berpirsên rejîmê yên di vê deverê de, tu rêçareyek bo veguhastina welatiyan nedîtine û welatî bo hatinûçûna bo bajêr neçarin bi demjmêran li ser riyan berxwedanê bikin û yan jî bi neçarî van riyan bi pêyan bipêkin.ê

Berprisên rejîmê bo kiryarên terorîstî û avadankirina binkeyên leşkerî li deverên sînorî yên Kurdistanê, bi Budzêlan sirûşta Kurdsitanê jinav dibin û daristanên van deveran agir berdinê, lê, bo rihetiya welatiyan tu karekî encam nadin.

Rêknexistina sîstemên veguhastina welatiyan heta dersxwen û xwendekarên van deveran jî rastî zehmetiyan kirine.

Her di vê pêwendiyê welatiyan bi nivîsekê nerazîbûna nîşandane û wiha gotine, çima şvêrmend, moxtar û berpirsên din nikarin bo van deveran Mînîbosan bikirin ev Mînîbosan di demjmêrên zelal de, welatiyan bo cihên xwe vebiguhezin.

Welatiyan nivîsa xwe ya nerazîbûnê wiha berdewamkirine, hekî şêvr, moxtarên gundan û berprisên dewletê yên van herêman, rêçareyekê bo veguhastina welatiyan bibînin wê xwendekar û dersxwen jî pirsgirêkên van yên di vê derheqê de wê çareser bin û ev bi hêsanî hatinûçûnê bo xwendingeh û zanîngehan bikin.

Welatiyan nerazbûna xwe wiha berdewamkirine, kesên ku di dema dewrên mecilsê de, xwe berbijêr dikin û soz û qewlan didin, gelo kesek heye ji van bipirse ve soz û qewlên xwe yên ku ji xelkê van deveran re dabûn bicih anîne yan tenê axavtine tu kiryar nine.