Binav Nûnerê Meclisa Rejîma Îranê “Ihsan Qazîzade Haşimî” bas ji vê yekê kiriye ku di heyama 3 salên derbasbûyî de nêzî 4 hezar pizîşk û 300 hezar derçûyên zanîngehan ku xwediyê birwanameyên karnasiya bilind û duktorayê bûne ji Îranê ber bi welatên din koçber bûne.
Betalî û rewşa xiraba aborî, nebûna azadî û desthilatdariya dîktatorî, herwisa bêhêvî bûn ji paşeroja geş û şiyaw li Îranê ji sedemên bingehîn ên koçkirina wan ber bi welatên din tê hisabê.
Pêka rapora îdareya federal a koçberî û penaberên Almaniyayê, nêzî 47% penaberên Îranî û Rojhelatê Kurdistanê birwanameyên wan ji dîplomê servetir in.
Herwisa pêka amara fermî ya wezareta derve ya rejîma Îranê, zêdetir ji 4 miliyon xelkê Rojhelatê Kurdistanê û Îranê di welatên derve de dijîn ku zêdetir ji 1.5 miliyon kesan bi awayê raste rast koç kirine.
Amarên nefermî bas ji vê yekê dikin ku ji destpêka şoroşa gelan di Îranê de heta niha nêzî 6 miliyon kes ji Rojhelatê Kurdistanê û Îranê axa xwe bi cî hiştine û ber bi welatên din ve çûne.
Revîna kesên zîrek û jêhatî û ji Îranê, di heyama çend salên derbasbûyî de 300 qatan ji şerê Îran û Îraqê zirar bi aboriya Îranê gihandiye.