Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Carek din Îsraîl di nav Îranê de îtiraf ji endamekî payebilind yê Spahê wergirt

13:41 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2022

Dezgeha zaniyarî ya Îsraîl “Mossad” di Tehrana paytextê Îranê de, lêkolîn ji Pasdarekî payebilind yê Spaha Pasdaran a terorîst kir û di Vîdeo yekê de îtirafên wî pasdarî belav kirin.

Roja 21ê Tîrmeha 2022`an, Mossadê Vîdeoya îtiraf wergirtina ji pasdarekî Spahê li Tehranê belav kir , û careke din Îsraîl hem kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê bi belge û ji zimanê endamekî payebilind yê Spahê eşkere dike, û hem dide kivşê ku çiqas kariye di nav Îran û di nav kûrahiya sîstema ewlehiya rejîma Îranê de, nifûz bike.

Di vê Vîde ya ku ji aliyê Dezgeha Zaniyariya Dewleta Îsraîl ve hatiye belav kirin, pasdarek bi navê Yedula Xidmetî, îtiraf dike ku rejîma Îranê çawan çek û cebirxanan dişîne bo Sûriye, Lubnan, Îraq û Yemenê.

Yedula Xidmetî endamekî payebilind yê Spaha Pasdaran a terorîst e ku li Tehranê û di nav dilê rejîma Îranê de ev îtiraf jê hatiye wergirtin.

Midehê carekê Îsraîl Vîdeo yekê ji îtiraf wergirtina ji endamên spaha terorîst belav dike û dide kifşê ku kengê û kîderê hez bike, dikare deshilatdarên rejîmê bigre û lêkolînê ji wan bike, û bo nifûza Mossadê li nav dem û dezgehên rejîma Îranê tu dîwarek tunine