
Kurdistanmedia: Pitşî îlankirina dorpêçên aborî yên Amerîkay yên lidijî Îranê, xelkê Îranê çarenivîsa “Venezuela”yê bo Îranê texmîn dikin.
Li gorî raporta “Francesca pacha” rojnamevanê “Italy” ku piştî îlankirina dorpêçên aborî yên Amerîkayê, bo lêkolînê di wî warî de serdana Îranê kiribû, xelkê Îranê ev qas ketine bin givaş û zehmetiyan de, ku di bersiva pirsên wî rojnamevanî de wiha dibêjin, dorpêç rewşa aloziya aboriya Îranê, bi awayekî taybet wê zêde bikin û bilindbûna nirxan ya bawerînekirî ji aliyekî û ji her tiştî xirabtir jî lawazbûna şiyana kirîna xelkê ku digel dahatên rojê qet nayê beravedkirin”.
Herwisa xwedîdukanek derheq pêşeroja reş ya xwe û rewşa derbaziya xelkê Îranê de jî ji wî rojnamevanê “Italy” re bi wî rengî şirove dike ku: “Hekî ev rewşa berdewam bike Îranê wê bibe “Venezuela” din, û xelkê birçî wê êrîşî ser cihên nanpêjan bikin”.
Wî rojnamevanê “Italy” bo nîşandana rewşa kirîza di Îranê de dibêje ku, rewşa xelkê Îranê ev qas xirabe ku heta Penaberên Efxanistanê ku di Îranê de penaberin, ji ber betalî û kêmbûna buhaya Tûmen û giraniya ku heye, ev neçarin dîsan wegerin bo welatê xwe.
Her di vê pêwendiyê de jî, zêrforeşek dibêje, di rewta nerazîbûnên borî yên bazara Tecrîşê de, aliyê kêm 60 kes hatine desteser kirin, û ev zêrfoşa wiha berdewam dike ku, rewşa aboriya hin malbatan bi qasî xirabe ku, jin bo firotina çar gustîlan û bazinên zêr yên xwe, li ber deriyê dukanên zêrfiroşan rêz dibin.
“Francesca pacha” di vê sefera xwe de serdana tirmînala NesîmŞehrê ya di 20 kilometriya paytexta Îranê jî kiribû, û di vê derheqê de wiha dide xuyakirin ku, hikûmeta Îranê, bilî ji nîgeraniya ku derheq girevên kedkariyê de heye, zêdetir ji nerazîbûnên ajotvanên tiromibîlên barhilgir û bazariyan ditirse, çimkû, gireva berdewam ya ajotvanên tiromibîlên barhilgir dibe sebeb ku, tu tişt neyê veguhastin û bazar bi tewahî disekine.