Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Caş û bikirêgirtiyan bi xelk bidin nasandin

13:15 - 18 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Caş û bikirêgirtiyên rejîma Îranê, rolekî berçav di tepeserkirina xwenîşanderan de hene, bi mebesta rezîlkirina wan kesan, wêne û vidiyoyên wan belav bikin.

Rejîma Îslamî ya Îranê di xwenîşandanan de, bo tepeser kirina xelkê, xwe ji ti karekî naparêze, û bi wê mebestê jî, caş û bikirêgirtiyên rejîmê rolekî sereke di tepeserkirina xelkê de hene.

Di bajarê Merîwanê de, yekek ji fermandeyên Spaha Pasdaran a terorîst ku Fars zimane, kincên Kurdî li berxwe kiriye û bi fermana wî kesî rasterast teqe ji xelkê dikin.

Ew kese ku destekî wî birîndar bûye, bi destekê teqe li xelkê dike.

Hewceye ku xelkê tekoşer ên Kurdistanê, bi şandina wêne û vidiyo û belavkirina wan, bona nasandina mohre û bikirêgirtiyên rejîmê ku êrîşî ser xelkê dikin, bibin alîkar û wan kesan rezîl bikin.