Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Caşan di serkut û Şehîdkirina neraziyên Merîwanê de dest hebûn e

16:25 - 3 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîst, bo serkut û Şehîdkirina xelkê nerazî di bajarê Merîwanê de, mifah ji caşên xwe vergirtibû.

Pêka nûça ku gihîştiye Malpera “Kurdistanmedia”yê, Spaha Pasdaran a terorîst, bo serkuta xelkên nerazî di nav xwenîşandanên wê dawiyêde, li bajarê Merîwanê, li caş û bi kirêgirtiyên xwe mifah vergirtiye. Sîrwan Burzuîpûr, yekek ji wan caşane ye ku rasterast teqe li xwenîşanderan kiriye.

Çavkaniyekî agehdar ji zimanê yekek ji endamên Spaha Pasdaran a terorîst ve bi “Kurdistanmedia”yê re got: Sîrwan Burzuîpûr tevî ku erkê gemara rahênana pasdaran li stuyê wî ye, di wan xwenîşandanên wê dawiyê de li bajarê Merîwanê, berpisê gurûpek a serkutkirina xelkê bûye û bona serkuta xelkê çûye ser şeqaman.

Her wê çavkaniyê gotiye: “Di nav binkeyên Spahê de hatiye baskirinê ku, Sîrwan bi xwe teqe li xwenîşanderan kiriye û bi zareke gemar fermana gulle reşandinê bo ser xelkê xwenîşander bi tîma xwe re daye”.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, Sîrwan Burzuîpûr ji hejmarek caşên Merîwanê mifah vergirtiye, û ji wane li kesek bi navê Zaniyar Barname ku ji çaşên ser bi malbata caşperwer a Barname di Merîwanê de ye.

Herwisa wê çavkaniyê got ku, piştî dawîpêhatina xwenîşandanan, niha Sîrwan rasterast erkê îşkencedana desteserkiriyan li situyê xwe girtiye.

Sîrwan caşekî xelkê bajrê Merîwanê ye û berê jî endamê banda Hîwa Tab bûye. Navbirî di wî bajarî de, xwediyê başgahekî werzişî ye û wekî kesekî bê exlaq di nav xelkê de tê naskirinê.