Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Caşek di bajarê Banê de hate kuştin

17:15 - 16 Adar 2020

Endamê malbatekî girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst di bajarê Banê de hate kuştin.

Şeva Yekşemî, 25`ê Reşemê, kes an kesanekî nenaskirî teqê li maşîna caşeke naskirî bi navê Hacî “Nasir Salihzade”, naskirî bi “Nasir Xanimî” dikin ku di encamê de, yekek ji kurên wî caşî ku ew jî caş e, bi navê “Murteza Salihzade”, naskirî bi “Şoreş”, tê kuştin.

Malbata “Nasir Salihzade” û kurên wî, endam û girêdayên sazî û binkeyên serkutker ên rejîma Îslamî ya Îranê ne û di dadgehên bajarên Seqiz û Banê de, di îdamkirinin ciwanên wê deverê de dest hebûne.