Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Caşek ji aliyê keseke nenaskirî ve hate birîndarkirin

11:28 - 13 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Caş û mohre û kirêgirtiyeke rejîmê li bajarê Bane, ji aliyê çend kesê nenaskirî ve giha sizayê xwe û bi dijwar hate birîndarkirin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî, 22`ê Befranbarê, caşekî rezîl ê bi navê “Kerîm Mehmûdî” û kurê Şerîf Cola, naskirî bi Kerîm Şerîf Cola, ji aliyê çend kesên nenaskirî ve bi dijwar hate birîndarkirrin.

Navirî bûye armancê çend gulleyan û bo nexweşxanê hatiye veguhastin.

Ew caşe rûniştiyê bajarê Banê ye û ji destpêka dehika 60 a rojî ve alîkarê rejîm bûye û destê wî di dehan tawanan de hebû ye.

Kerîm Mehmûdî nêzî 40 sale xizmeta Spaha Pasdaran a terorîst dike û mohreyeke bawerpêkirî ê rejîmê û Spaha Qudis a Pasdaran û Îtila`ata rejîmê bûye, her bi vê sedemê jî, berê ji aliyê Qasim Silêmanî yê terorîst ve hatibû teşwîqkirin.