Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Caşek li bajarê Mihabadê ji aliyê “Bazên Zagros”ê ve hate cezakirin

13:55 - 29 Tebax 2021

“Bazên Zagros”ê di daxuyaniyekê de ragihandin ku bi kirêgirtiyekî rejîma Îslamiya Îranê yê bi navê “Tahir Pûrdaranab” bi sedema tawanên wî ceza kirine.

Roja Şemî 28ê Tebaxa 2021an a Zayînî, “Bazên Zagros” ên şaxeya “Şarwêran”ê girêdayê bajarê Mihabadê di daxuyaniyekê de bo raya giştî ragihandin ku bi kirêgirtiyê Spaha Pasdaran a Mihabadê, “Tahir Pûrdaranab” ku sîxur bûye û li pey têkoşerên gelê me diket û kesekî sivik ê deverê bû ku ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran ve 4 salan berî niha ji gundê “Daymawe” bo gundê “Kose Kerêz”ê hatibû veguhastin û bo destxweşîkirin ji wî malek bo kirîbûn û berpirsayetiya besîca gundê “Deryas”ê dabûne wî tevî vê yekê, çendên caran bi awayê rasterast û nerasreast ji encama kiryarên xwe hatibû agehdarkirin lê navbirî zêdetir hewla sîxurî û azardana ciwanên deverê dida.

Di wê daxuyaniyê de hatiye: “Şeva derbasbûyî li 4ê meha Xermananê, ji aliyê şaxa “Şarwêran” a “Bazên Zagros”ê ve navbirî bi dijwarî hatibû birîndarkirin ku li 6ê Xermananê û piştî 2 rojan ku di rewşa komayê de bû, miriye.

Bazên Zagrosê tekezî kirine ku heta dema rizgarkirina niştîman ji destên rejîma dakîrkere Tehranê, piştevanê bihêz ê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ne û ji tawaneke caş û bi kirêgirtiyên rejîma Îranê xweş nabin.