
Bi sedema gendeliya berpirsên rejîma Îranê û bi hêceta nedana mûçeyan bi Çavdêrên Ard û Nan li parêzgeha Urmiyê ew li ser kar derxistin û mûçeya wan ya 2 salan jî nedane.
Berpirsên rejîma Îranê bona perdepoşkirina neşiyanî û gendeliyên xwe her kes an aliyek ku bas ji pirsgirêkan bike, bi awayekî ceza dide û wê carê Çavdêrên Ard û Nan ku daxwaza vergirtina mûçeyên xwe dikirin bi derxistin li ser kar ceza dan û mûçeyên wan jî 2 sale nedane.
Pêka nameya ku wan çaverdîrên Ard û Nan bo Wezîrê Pîşe, Kangeh û Ticaretê nivîsîne, li sala 1398an ve ti mûçeyek vernegirtine û piştî 6 salan kar, li ser kar hatine derxistine.
Herwisa di wê nameyê de hatiye ku yeketiya Çavedêrî ya Ard û Nan, ji 43 kesan pêkhatiye ku 11 kes ji wan Çavdêr, 6 ajotvan û 26 kesên dinê jî bona çavedêrî di bajarên din ên parêzgeha Urmiyê de bûne.
Rejîma Îranê bi sedema wê yekê ku wan çavdêran daxwaza mûçeyên xwe kirine, li ser kar derxistine.