Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavdêriya Kurdo-Sayd û nawenda Zagrosê daxwaza dawîanîna bi şerê birakujiyê dikin

19:31 - 28 Gulan 2015

Kurdistan Media: Rêxisitinên çavdêriya Kurdosayd, Çak û Nawenda Zagrosê ya mafên mirov, bangewaziyek derheqê êrîşa PKK ê bo ser hejmarek ji pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê belav kir.

Deqa vê daxuyaniyê bi vî awaî ye:

Xelkê Kurdistanê li hemû parçeyan de ceribîna dehan şerê hundirîn û herêmî heyê, û di vê navberê de, zirarmendê yekem hevwalatiyên Kurdistanê bûne bi hemû reng û ayînekê ve.

Çavdêriya Kurdsayd - Çak û Nawenda Zagrosê ji bo mafên mirov, em helwesta tund a xwe li hember teyîsandina şer û pevçûnên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de nîşan didin û dawxaz dikin ku demildest şer û aloziyên navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi dawî were û ji wê zêdetir, tu aliyek siyasî û çekdarî ya Kurdistanê rê bi xwe nede ku şer bi aliyek re biteyîsîne û hêsankariyê jib o rijandina xwîna hevwelatiyên Kurdistanê û tu pasaw û hêcetek jî ji bo bikaranîna şidet û tund û tûjiyê li şûna diyalog û rûniştina li ser maseya got û bêjê û çaresera aştiyane nahê qebûl kirin.

Xelkê Kurdistanê her tim bûye goriyê alozî û nakokiyên navxweyî bûye û eva ku li şerê navxweyî de mifah dîtibe, tenê aliyê dijber yên xelkê Kurdistanê bûne. Lewre dibe ku hemû rêxistin û partiyên siyasî, ji her kesî baştir bizanin ku tenê ji riya aştî, jihev têgihîştin û bi yekîtî ve dikarin li vê şert merc û zurûfa nazik û hesas de, xwe û xelkê xwe ji destê nehez û neyarên xelkê Kurdistanê biparêzin!.

Belê bo aştî, bihevre jiyan û pîroz ragirtina xwîn û cane hevwelatiyên kurd!

Çavdêriya Kurdosayd – Çak
Nawenda Zagrosê ji bo mafên mirov
25.05.2015`an