
Kurdistanmedia: Fermanderekî artêşa Amerîkayê bas ji vê kiriye ku, piştî vekişiyana Amerîkayê ji lihevkirinnameya Bercamê, ev bi hûrî çavdêriyê li ser hereketên hêzên rejîma Îranê dikin.
Wî fermanderê hêza Deryayî a Amerîkayê ragehandiye ku, derketina “Donuld Tromp” ji bercamê ji bo hêzên Amerîkayê bi wateya destpêkirina qonaxeke tijî ji metirsî û gumanê ye, her bi vê sedemê ye jî ku dibe em ji demên borî zêdetir hişyar bin, û çavdêriya hemû hereketên Spaha Pasdaran, û hêzên deryayî yên rejîma Îranê di devera Rojhilata Navîn de bikin.
Fermanderê hêzên Deryayî yê Amerîkayê, got ku, em dibe gellek hişyar bin û em gavan diavêjin nava qonaxeke nû de. Ev axavtinên wî fermanderê Amerîkayî di demekê de bûn ku “nawgan”a deryayî a “Ach.W. Bosh” di peravên ava “Vîrcinya”yê cihgir bibû, û herwisa hêzên Amerîka û Frinasayê wir de mijûlî birêvebirina manorên hevpar bûn.
“ Richard Son” di beşeke din a axavtinên xwe de bas ji vê kiriye ku, herçend ku piştî vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê heyanî niha me tu hereketeke biguman û dirindane ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve nedîtiye, lê bi hûrî di nêzîk ve çavdêriyê li ser wan dikin.
Di sala derbazbûyî de, ji bo çendîn caran hêzên Amerîkayê, ji hêzên deryayî yên Spaha terorîstî Pasdaran a rejîma Îranê re ji ber nêzîkbûna wan bi “nawgan”ên hêzên Amerîkayê hişdarî dabûn, seba berçavnegirtina yasayên navneteweyî yên deryayî ji aliyê rejîma Îranê ve.