
Kurdistanmedia: Ji aliyekî ve Tirkiye berdewam e li ser gefên li Rojavaya Kurdistanê, û bi taybetî rojhilata çemê Furatê, û ji aliyekî din ve jî hêzên deshilatdar li Efrînê berdewam diziyê dikin, û eziyeta xelkê dikin, û ciwanan direvînin û îşkence dikin û pere ji wan distînin.
Li gora zanyariyan, mînên çandî li ser riyan li efrînê, berdewam dibin sedema qurbanîbûna xelkê sivîl. Roja Duşemiyê mîneke çandî li ser riya gundê “Goliya Jorîn” di bin teraktora hevwelatiyekî sivîl de teqiya û xwediyê wê teraktorê yê bi navê Elî Beşîr jiyana xwe ji dest da. Herwisa birayekî wî jî her du piyên xwe ji dest dan. Wan dixwast herin nav baxên xwe ên zeytûnan de.
Çete û girûpên di Efrînê de, bixwe ji bo cotkaran diyarî dikin ku berhemên xwe bifroşin çi aliyekî. Niha jî bo firotina zeytona wan biryarên nû derxistine.
Fermande Mihemed Casim fermandarê girûpa bi navê Sultan Silêman li bajarokê Şiyê berdewam e li ser zilma li xelkê Efrînê. Wî biryar daye ku %10-%35 ji dahata barên zeytûnan li gora rêzbenda ku wan diyarî kirine, ji xelkê wergirin.
Herwisa ew her tenîkeyeke wala bi 800 Lîreyên Sûrî difiroşin Kurdan, û serê her tenîkeyekê 50 Lîreyan ji xwe re dirakin.
Roja borî jî wan çekdaran, mala pîrejinekê li Efrînê talan kirin, û piştre agir berdane mala wî. Ew zilma ku li xelkê Efrînê dikin, mixabin bi bêdengî derbaz dibe, û kes bi hawara xelkê vê herêmê de nahê.