Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavedêrê Mafê Mirov: “Serkut di Îranê de bê rawestan berdewam bûye”

11:33 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Çavedêrê Mafê Mirov di nûtirîn rapora xwe ya cîhanî de daye xuya ku, di sala 2021an de berpirsên Îranê kontrola zêde li ser çalakiyên aştîxwazane kirine û parêzer, parêzerê mafê mirov, neraziyên bi serkut, bê bernametî û gendeliya rejîmê, binçav kirine.

Roja Çarşemî, 13ê Kanûna Paşîn, Çavedêrê Mafê Mirov, (Human Rights Watch) di rapora cîhaniya xwe ya sala 2021an de ku ji 761 rûpelan pêkhatiye li derheq Îranê ragihandiye ku, “Di sala 2021an de rejîma Îranê kontroleke herî micid li ser çalakiyên aştîxwazane kirine û di heyamê belavbûna vîrûsa Koronayê de girtiyên siyasî ji mirexesiyê bêpar kirine”.

Herwisa di wê raporê de hatiye ku perpirsên Îranê, li ser girtina parêzerên mafê mirov û kesên ku dijî rejîmê diaxivin, berdewam in.

Herwisa berpirsên rejîma Îranê, sekutkerên ku bi zora jiastderketî, xelk serkut kirine, bê her core cezadanekê mane û bi taybet ti serkutkerek yê li serkuta sala 2019an nehatine cezakirin.

Cihgirê Beşa Rojhilata Navîn a Çavedêrê Mafê Mirov, “Michael Page” ragihand: “Tevî hebûna çendîn krîzên cuda yên jêopolîtîkî, tenduristî û aborî, ku rejîma Îranê rastî wan hatiye, berpirsên Îranê digel civaka medenî yên xwecihî, wekî gefa pile 1 reftarê digel dike û berpirsatiya wan azardanan nakêşe stuyê xwe”.

Herwisa “Michael Page” ragihand: “Berpirsên Îranê bi serkutkirina parêzerên mafê mirov û çalakvanên din, bi tenê agirê di hember rawestan û bêhêvitiyê de xweş dikin”.

Rejîma Îranê ji destpêka sala 2020an heta 19ê meha “November”, 233 kes îdam kirine. Bi 10an parêzerên mafê mirov û endamên kêmîneyên netewî û Olî, piştî dadgehîkirinên nadadperwerane xistine girtîgehan û tawankirinên bê dadgeh di Îranê de bi micîdî berdewam in.