Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cavîd Rehman: “Alavên reftara Îranê digel neraziyan îşkence û Îdam e”

12:32 - 28 Çirriya pêşîn 2020

Raportêrê Taybet bi Mafê Mirov yê Îranê, “Cavîd Rehman” li rapora salaneya xwe derheq rejîma Îranê de ragihand ku îşkence û îdam alavên rejîma Îranê bona rûbirûbûn digel neraziyan de ye.

Roja Dûşemî, 26ê Çirriya Pêşîn, Raporterê Mafê Mirov li Îranê, “Cavîd Rehman”, rapora xwe ya salane di kora giştî ya Saziya Navnetewî de pêşkêş kir, ew rapor bi Serokê Giştî yê Saziya Navnetewî, “Antonio Guterres” û herwisa bi kora giştî ya wê Saziyê re hatiye dan.

Di wê raporê de ji rejîma Îranê hatiye xwestin ku derheq serkuta dijwar ya neraziyên meha Xezelwerê dest bi lêkolîneke serbixwe, bê alî û rohn bike.

Pêka wê raporê, rejîma Îranê li serkuta neraziyan mifah ji tundûtîjiyên zêde vergirtiye, hejmarek jin û zarok jî kuştine û herwisa bona vergirtina îtirafa zoremilî ya kesên binçavkirî ew îşkence kirine.

“Cavîd Rehman” di rapora xwe de îşare bi îşkenceya fîzîkî û hundiriya binçavkiriyan ji aliyê rejîma Îranê ve kiriye.

Herwisa pêka wê raporê, rejîma Îranê tevî kuştina hovane ya xwenîşanderan, hejmarek ji wan Îdam kirine û hejmarek din jî hêj Îdamkirina wan cî bi cî nebûye, rejîma Îranê û dezgeha Dadwerî bona pêşîgirtin ji xwenîşandanên aştîxwazane û herwisa daxistina çalakiyên medenî, dest bi cîbicîkirina cezayên Îdamê kirine.

“Cavîd Rehman” di rapora xwe de, daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku dawî bi cudatîdanîna zayendî û netewî, Olî û zimanî li Îranê de bîne.