Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cavîd Rehman careke din wekî raportêrê mafê mirov li Îranê hate erkdarkirin

12:36 - 24 Adar 2021

Saziya Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî, meimûriyeta Cavid Rehman wekî raportêrê taybet yê wê Saziyê li karûbarê mafê mirov li Îranê, bo careke din heta salekê demdirêj kir.

Cavîd Rehman heta niha nekariye bi ti awayekî serdana Îranê bike û rejîma Îranê wê îznê pê nade, 3 sal berî niha bo wê pêsipartiyê hate erkdarkirin û ji wê demê ve heta niha her salê carekê pêsipatiya wî tê demdirêjkirin.

Tevî ku Cavîd Rehman bi caran daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku îznê bide ew ji nêz ve li hundirê Îranê lêkolîn li ser rewşa mafê mirov bike lê, rejîma Îranê heta niha ew îzin pê nedaye.

Cavîd rehman di raporên xwe yên salane de, bipêkirina mafê mirov  bi belge û amarên cuda, di saziya navnetewî de anîne ber bas û çendîn car rejîma Îranê di vê derheqê de hatiye şermezarkirin û çendîn tawanên rejîma Îranê li derheq kêmîneyên netewî û Olî û herwisa îdamkirên neyasayî û çendîn mijarên dinê, bi belge ve eşkere kirine.

Bi sedema rewşa dijwar û nigeranker a mafê mirov û binpêkirina eşker û berçav a mafê mirov di Îranê de, meimûriyeta Cavîd Rehman dûbare hatiye demdirêjkirin.