Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavkaniya ava 27 gundan li parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî hişik bûne

17:25 - 23 Çirriya pêşîn 2021

Xelkê devera “Bêrganî” a ser bi parêzgeha “Çarmehal û Bextiyarî” li derheq hişikbûna çavkaniya ava vexwarina gundê xwe ji aliyê Spaha Pasdaran ve nerizayetî nîşandan,lêdana tunêlê li kûhrenga 3 û terhê veguhastina ava “Beheştava”yê bûye sedema hişkbûna ava çavkaniya “Mirwarîd.”

Pêka çavkaniyeke agehdar li wî gundî ku di sala 1365an de ava wî gundî 1260 lîtir bûye lê bûyê cihê ajelên kiwî.

Ew av li çavkaniya “Miriwarîd”digehişte 27 gundên devera “Bêrkan” lê niha bo cihên din tê veguhastin.

Terhê veguhastina ava “Beheştava” ji aliyê biriyargeha “Xatemûlenbiya” a ser bi Spaha Pasdaran tê birêvebirin û ew terh ava çavkaniya Mirwarîd ku ava 27 gundên devera Bêrkan dabîn dikir ,770 miliyon sêcî ava wê bo Îsfehan, Krman û Yezdê tê veguhastin.