Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cawîd Rehman: “Biryara dadgeha Swêdê, pêngavek girîng bo rohnkirina rastiyan e”

12:48 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2022

Raportêrê Taybet yê Saziya Neteweyên Yekgirtî li karûbarên Îranê, “Cawîd Rehman” pêşewazî ji biryara dadgeha Swêdê bo bi tawanbarzanîna “Hemîd Nûrî” di îdamkirina hezaran kesî di dehka 60î de kir.

“Cawîd Rehman” tevî nîşandana keyfxwebûna xwe li derheq biryara dadgeha Swêdê ya li derheq cezadan “Hemîd Nûrî” de got: “Biryar û meşa dadgeha Swêdê pêngavek bilind û girîng bo pêşve bona peydakirina rastiyan li beşa tariya dîroka Îranê ji xwe digre û nîşanek zelal dide xuyakirin ku, înkarkirina tevî hebûna şahidan êdî nayê erêkirin.

Herwisa navbirî gotiye: “Min û hevkarên xwe bi caran daxwaza bersivdan li derheq îdamkirinên sala 1367an a Rojî û gengeşekirin digel perpirsan kiriye, ew di halekê de ye ku ev yek ji aliyê berpirsên Îranê ve tê înkarkirin.

Herwisa “Cawîd Rehman”ji welatên xwedî şiyan daxwaz dike ku lipeyketin û lêkolînên wekhev yên dadgeha Swêdê li derheq binpêkirina mafê mirovî li Îranê bigrin stuyê xwe, û cudahiyek micid di bersivdan bi yasayên mafê mirovî de heye û dadgehên netewî di welatên din de rola bingehîn di nehîştina wan cudahiyan de he ne.