“Cawîd Rehman” Rêporterê taybet yê li karûbarên Mafê Mirov li Saziya Neteweyên Yekgirtî de, daxwazkiriye da ku rejîma Îranê derheq binpêkariyên mafê mirov yên ku ji aliyê vê rejîmê ve hantine encam dan ji civaka cîhanî re kir.
Rêporterê taybet yê li karûbarên Mafê Mirovî yê di Saziya “NY”ê “Cawîd Rehman” di nûtirîn rapora xwe de, ji civaka cîhanî re daxwaz kiriye ku, ji karbidestên rejîma Îranê li derheq binpêkiriyên mafê mirovan de ji Îranê daxwaza bersivdanê bikin.
Herwisa navbirî di rapora xwe de, baehs ji îdamkirinên serberdayî yên sala 1368`an û tepeserkirina xwenîşanderên sala 1398`an, kuştina kolberên Kurd û kasibkarên Belûç, tepeserkirina xwenîşandanan, xelkê bê av di îsal de, binçavkirina 500 çalakvanên medenî û siyasî yên Kurd û herwisa îdamkirina 275 girtiyên li Îranê ku 50 ji wan welatiyên Kurd û 40 jî hevwelatiyên Belûç bûn kiriye.
Herwisa di beşek din a rapora xwe de behsa rewşa xirab a girtîgehên Îranê, û nebûna mafê azadiya gotin û ramanê, sînordarkirina înternetê, cudahîdanîna dinavbera jin û mêran, û destbiserde girtin mafê hevwelatiyên şonketiyên ola Behayên li Îranê de dike.
Herwisa Cawîd Rehman diyar kir ku, ji ber "binpêkariyên sîstematîk" ên pêvajoya dadweriyê û nebûna darizandinên adilane di çarçoveya dadweriya Îranê de, piraniya bidarvekirinên girtiyan bi awayekî serberedayî tên encam dan.
“Cawîd Rehman” di rapora xwe de tekezî li ser pêwîstiya lêkolîneke serbixwe, bêalî û zelal li gorî standardên navneteweyî, bo ronkirina asta binpêkariyên mafê mirovan di Komara Îslamî ya Îranê de kiriye.