Rêprtêrê taybete rêkxistina netewên yekbûyî bo karê mafê mirov li îranê, tewî nîşandana nîgera xwe ji berpirsayetiya nû ya Reîsî, daxwaz kir ku lêkolîn û jêpirsîna rolê Reîsî li derheq kuştara hepsiyan li dehka 60ê de kir.
Cawîd Rehman rêportêrê saziya netewên yekbûyî taybet bi mafê mirov li Îranê de ragihand: Gelek belge û şahid li derheq kuştara hepsiyan li dehka 60ê de hene, lewma ez daxwaz dikim ku jêvekolînekî serbixwe û bêalî bil li derheq rolê Îbrahîm Reîsî weke cêgirê wê demê ye dadwerê Tehranê bête kirin.
Cawîd Rehman herwisa got: Niha ku Reîsî bûye serkomarê rejîma Îranê, dema hindê hatiye ku jêvekolîn li derheq bûyerêa sala 1367a û rolê wî û kesên dinê destpê bike, hekî li ser rolê serekeye wî serkomarî li derheq kuştina bikome hepsiyan neyête kirin,emê gelek nîgeran bin.
Saziya Lêborîna navnetewî ragihandibû ku di havîna sala 1367 ê de pitir ji 5 Hezar hepsî bi kom ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin. Îbrahîm Reîsî bikujê 30 Hezar kesiye û her lewma serkomarê nû yê rejîmê ji aliyê praniya welatan ve wekî dest hebûn di cinayeta bi dijî mirovayetiyê kevtiye ber dorpêçan û nikare biçe wan welatan û hemî serweta wî hatiye biloke kirin.