Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cawîd Rehman li derheq cezaya îdamê di Îranê de raporek belav kir

11:49 - 26 Çirriya pêşîn 2021

Di rapora “Cawîd Rehman” a bo Saziya Netewên Yekgirtî li warê kar û barên Mafê Mirovî de hatiye ku Rejîma Îranê, cezaya îdamê wekî emrazeke siyasî bikartîne û daxwaza me eva ye ku rejîma Îranê cezaya îdamkirinê hilveşîne.

Roja Duşemî 3ê Xezelwerê Raportêrê Taybet ê Saziya Netewên Ykgirtî li warê karûbarên Mafê Mirovî “Cawîd Rehman”,di rapora xwe ya salane de bas ji  zêdebûna rêjeya îdamkirin di Îranê de kir û got ku rejîma Îranê ji cezeya Îdamê wekî emrazek siyasî mifahê werdigirê û herwisa gotiye ku piraniya îdamên li Îranê  xweserane têne encam dan û binyata dezgeha dad a rejîma Îranê şaş û çewt e.

Navbirî bas ji vê yekê kir ku beşek a herî zêde ji îdamên li Îranê bi sepandina cezaya “Muharibe, Bexî û Mufsid fî eriz” in ku bi ser girtiyên siyasî disepîne û encam dide.

Herwisa “Cawîd Rehman” nîgeraniya xwe li derheq zêde bûna rêjeya îdamkirina zarokên temen jêr18 salî jî daye xuya.

Di dawiyê de daxwaz ji rejîma Îranê kir ku çaksaziyek bike û cezaya îdamê di nava cezayên xwe de nehêle.

Pêka amarên belav bûyî di Îranê de bi berawird digel sala derbasbûyî rejeya îdamê ji %10 zêde bûye û Îran di cîhanê di nava welatan deye ku piliya yekem di warê îdamê de heye.