
Lîna Cnydy Cêgira Yasayî ye Hesen Ruhanî li gotûbêjekê de ragihand ku Dewlet dixwazê ku alîkariya Nizama Malî û Diraviye Cîhanî bike û wê kêşa FATF ê çareser bike, lê mixabin ew deshilat li destê dewletê de nemaye.
Navbirî yê got: em jî benda biryar û helvêsta serwe ne da ku bizanin kanê dê helvêst çibe.
Îran hekî mercên FATF ê qebûl neket, dê bikeve nava lîsta wan welat û aliyane ku weke çawkaniya dabîn kirina maliyê terorê têne hisabê.
Wê cêgira Ruhanî got: hemî cehda me ewe ku Îran nekewe di nava lîstê reşe FATF ê.
Rejîma Îranê naxwaze wan mercane qebûl bike û Şefafiyeta Maliye xwe bide FATF ê, Felahetpîşe endamê Komîsyona Ewlehiya rejîmê li Meclisê de dibêje: em bi hegera parastina Ewlehiya netewî naxwazin zaniyariyên maliye xwe bidne FATF ê.