Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cehangîrî: Rewşa niha ya aborî rewşeke pirr dijwar û metirsîdar e

11:32 - 2 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Alîkarê yekem ê serkomarê rejîma Îranê serbarê vê ku ragehand ku rewşa niha ya aborî rewşeke pirr dijwar û metirsîdar e, û sedema sereke jî vegerande ser dorpêçên Amerîkayê li dijî Îranê, lê rewşa niha wekî “bonbest” bi nav nekir!.

Îshaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serkomarê rejîma Îranê rewşa niha bonbest bi nav nekiriye, û ragehand ku di vê rewşê de dibe kiryara hemû dezgehan bi awayekî be ku zexta herî kêm bikeve ser xelkê.

Di demekê de ku Îshaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serkomarên rejîma Îranê sedema sereke ya kirîza bazarê tehrîmên Amerîka li dijî Îranê bi nav kir, lê Xamineyî rêberê rejîma Îranê tevî hişdariyê, daxwaz ji hemû dezgehan kiriye ku dewletiyan ber bi aliyê mifahwergirtina ji dîtingeha karnasan û çareseriya kêşeyan û xweşbînkirina xelkê bi hewlên wan rênimayî bikin.

Piştî zêdebûna kirîza di erz de, û kirîza aborî, û jêhelçûna nirxa Dolar û zêdebûna çend hember ya nirxa kelûpelan, hinek ji berpirsên dewletî sedema serekî ya vê kirîzê dorpêça aborî ya Amerîkayê, didin zanîn, ji aliyekî din ve jî berpirsyarên dijberî dewletê jî, kiryara lawaz ya dewleta Rûhanî di vê meselê de bandordar dizanin.

 Piştî ragehandina sepandina cardin ya tehrîman li dijî rejîma Îranê di du goviyan de, bazara erz û zêr li Îranê digel zêdebûna nirxan berbirû bû, û nirxa cureyên erz di heyameke kurt de gihîşte 2 hember. Dewletê hewl da bi yek nirxîkirina nirxa Dolar, bazarê kuntrol bike, lê di vê pirsê de rastî şikestê hat.