Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cehda rejîmê bona çêkirina çeka Navikî eşkere bû

12:34 - 12 Çirriya paşîn 2019

Kuerdistanmedia: Ajansa Navneteweyî ya Vizeya navikî bi awayekî fermî daye zanîn ku, Oraniyom li hin cihan peyda bûye ku berê rejîmê ev der eşkere nekiribûn.

Piştî belavbûna nûçeya peydakirina Oraniyomê di cihên neragihandî de, Ajansa Navnetewî ya Navikî bi awayê fermî ev yêke piştrast kir.

Ev cihê ku Oraniyom têde hatiye peyda kirin, û Binyamîn Netenyahu serokwezîrê Îsra`îlê eşkere kiribû, rejîmê ragihandibû ku ev der cihê Ferş şiştinê ye.

Lê niha bo hemû cîhanê eşkere bû ku, Sunda Xamineyî bo heram zanîna çeka navikî, direv bûye û tenê xwastiye civatgeha navwnetewî pê bixapîne.

Demûdest piştî vê rapora Ajansê, 3 welatên Alman, Firansa û Birîtaniya, bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar, ragihandin hekî Îran desta ji binpêkirina Bercamê bernede, ew neçar dibin ku dorpêçên navnetewî bixine ser Îranê.

Wan 3 welatên bihêz yên Ewropayê, nîgeraniyên xwe li derheq meyandina oraniyomê ji aliyê rejîmê ve dane xûyakirin, û ragihandine ku ev karê Îranê dikare me neçar bike ku em herçî rêkekê bigrine bera xwe.