
“Ce`ifer Mamilê” birayê hunermendê naskirî ê netewa Kurd “Mihemed Mamilê”, di temenê 79 salî de li bajrê Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê bo hertimî malavayî li dinyaya hunerê kir.
Ce`fer Mamilê, çendîn salan xizmet bi hunera Kurdî ve kiriye, navbirî digel “Se`îd Mamilê” hînê waneyên sitranbêjiyê, vehonandina Qetar, xwindina beste û hewayên vefayî bibû.
Navbirî di sala 1992`an de digel hin ji hunermnedên Başûrê Kurdistanê, berhema “Fêrmêskî Şew” li bajarê Mihabadê tomar kir.
Di sala 1995`an de, li bîr û yada mamoste Vefayî de ku li bajarê Mihabadê hatibû lidarxistin, amade bû, ku bi vehonandina hunerên mamoste Vefayî, pêşwaziyeke zêde û bê wêne jê hate kirin.
Di heyama temenê xwe de, ji aliyê Komeleya Kultûrî a Kurd ve, bo welatê Sû`êd hate gazîkirin û li bajarê Sitokholm û piştre li çend bajarên din ên wî welatî konsêrt lidar xist.
Herwisa di çendîn konsêrt de li Başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmanî amade bû, li Rojhilatê Kurdistanê jî çend carekê konsêrt lidar xist.
Di encamê de ew hunermendê Kurd şeva derbasbûyî li bajarê Mihabadê bo hertimî malavayî li jiyanê dike.