
Roja Înê rêkevta 1ê Rêbendanê bi beşdariya beşek ji endamên rêberayetî, kadr, pêşmerge, malbatên pêşmerge û mêvanan, cejina 2ê Rêbendanê li kempa “Cêjinîkan”ê hat bi rê ve çû.
Di vê rêûresmê de beşek ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê beşdar bibûn.
Ev rêûresme bi sirûda “Ey Reqîb” û xûlek bêdengî bo rêzgirtin ji riha paqij yên şehîdên Kurdistanê hate destpêkirin.
Piştire Endamê Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Teymûr Mistefayî” gotarek pêkeş kir.
Navbirî di gotinê xwe de bas ji netewîbûn û demokratîkbûna Komara Kurdistanê kir ku ew du mijarane çendîn car di karên Komara Kurdistanê de reng vedaye.
Herwisa “Teymûr Mistefayî” bas ji “Rozwêlêt” kir ku di dema serdana Komara Kurdistanê de navbirî çend bi giringî û bi nirix ve basa hebûna demokrasiyê di Komara Kurdistanê de kiribû.
Piştî gotinên “Mistefayî” helbestek bi navê “Hestewe Komarekem” ji aliyê mamosta “Bêbeş” ve hat pêşkeşkirin.
Di beşek din a vê rêûresmê de stiranek folklorî ji aliyê “Osman Rehmanî” pêşmergê Kurdistanê ve hat pêşkeşkirin.
Di berdewamiya rêûresmê de sirûdek şoreşvanî bi serperiştiya “Mihemed Xusrewî” pêşmergê Kurdistanê ji aliyê zarokên kempa “Cêjnîkan”ê ve hate pêşkeşkirin.
Piştire peyama hevpar ya Saziyên “Lawan, Jinan û Xwandekar” ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê “Sîma Rêwaz” ve hate xwendin.
Di vê rêûresmê de stiranek folklorî ji aliyê “Metîn Mihemedî” pêşmergê Kurdistanê ve hat pêşkeşkirin.
Herwisa di vê rêûresmê de çendîn peyamên pîrozbahiyê bi hilkefta 2ê Rêbendanê hatibûne şandin ku ev jî wiha ne:
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê.
Komîteya 19 ya Rêkxistina Behrikê ya ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanêـ
Peyama pîrozbahî ya taya 16 ya Hewlêrê ya lêjneya devera Biranetî ya ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Birêveberiya Giştî ya Nûçegihaniya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê
Pîrozbahiya Rêkxirawa Biranetî
Di dawiyê de rêûresim bi şahî û govendê bi dawî hat.