Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cêjna 2 ê Rêbendanê li Welatê Fênlendê hate pîrozkirin

10:59 - 20 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Bi hilkevta 74 e mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, rêûresmek ji aliyê Kumîta giştî ya PDKÎ li welatê Fênlendê hate lidarxistin.

Roja Şemiyê 28ê Meha Befranbarê, bi hilkevta salroja damezrandina Komara Kurdistanê, bi beşdariya nûnerên Part û aliyên siyasî û medenî ên Kurd li Welatê Fênlendê, herwisa sedan kes ji endam û alîgirên PDKÎ û Kurdên akincî ên wî welatî, merasimeke bi coş li Bajarê Turku, hate birêwebirin.

Wê rêûresmê bi Sirûda Netewayetî a Ey Reqîb û demek bêdengî bona rêzgirtin ji riha Şehîdên Kurdistanê dest pêkir.

Bi dûde peyama Kumîta Hizba demokrat li wî Welatî de, ji aliyê Kerîm Hebîbî berpirsê Kumîtê we hate pêşkêşkirin, Ku li peyamê de amaje bi deskevtên Komara Kurdistanê hate kirin.

Li dirêjiya wê rêûresmê de, nûnerên Part û aliyên siyasiyê mêvan, peyamên xwe bi wê hilkevtê pêşkêş kirin, ku pêkhatî bûn ji:

Partiya Demokrata Kurdistan

Yêketiya niştîmaniya Kurdistanê

Partiya Kirêkarên Kurdistanê, PKK

Komela şorişgêre zehmetkêşên Kurdistana Îranê

Komela zehmetkêşên Kurdistanê

Fêdrasiyona Civatên Kurdî

Civata Pêşmergên kevnar

Êketiya Jinên Demokrata Kurdistana Îranê

Para dawiyê yaw ê rêûresmê pêkhatibû ji Sitran, govend û şahî, bi dengê Hunermendan, Kavê Urmiye, Rêbwar Me`erûf, Aware û girûpa Mûzîkê.