Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna neteweyî a Newrozê li parlemana Danmarkê birêve çû

13:38 - 2 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Cejna Newrozê bi beşdariya hêz û aliyên Kurdistan û koçberên Kurd yên li welatê “Danmark”ê hate lidarixistin.

Roja Yekşemî 11`ê Xakelêweya 1398`an(31`ê Adara 2019`an), rêûresima cejna neteweyî a Newrozê bi amadebûna şandeke komîteya PDKÎ, bi serperestiya “Hetem Cehangîrî” û hejmareke zêde li hêzên Kurdistan û koçberên Kurd li welatê “Danmark” û hejmarek li parlemanter û kesên siyasî, li yek ji holên parlemana wî welatî hate lidarxistin.

Ew rêûresima bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” destpê kir.

Piştire peyamek ji aliyê “Yêldiz Akdûxan” parlemanterê Kurd li Partiya Sosyal Demokrat, hate pêşkêşkirin.

 “Yêldiz Akdûxan”, di peyamekê de, tevî pîrozbahîgotina cejna Newrozê li hemû gel û neteweyên ku, cejna Newrozê bilind radigrin kir, û hêvîxast ku, Newroz bo neteweya Kurd bibe bi cejna azadî û serbestî.

Piştire rêûresim bi çend helbestên Kurdî hate xemilandin.

Di parek din ya wê rêûresimê de, peyama Fiderasiyona Civaka Kurdan li welatê “Danmarkê” ji aliyê “Ednan Axacan”, serokê wê civakê, û bi zimanê “Danmarkî” hate pêşkêşkirin.