Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna Newrozê li Beljîkayî birêve çû

12:12 - 26 Adar 2019

Kurdistanmedia : Komeleyên kultûrî yên Zagros û Kurdistanê, li welatê Beljîka, bi boneya cejna Newrozê, rêûresmeke taybet birêve birin.

Roja Şemî 23`ê Adara 2019`an, bi hevkariya Komeleyên Kultûrî yên Zagros û Kurdistan li Beljîkayî cejna neteweyî ya Newrozê bi beşdariya sedan Kurdên Beljîka û çendîn mêhvanên Beljîkî, şahiya Newrozê li bajarê  Antwerpeen a wî welatî hate lidarxistin.

Ev cejna Newrozê bi xwendina sirûda neteweyî a Ey Reqîb, ji aliyê hûnermendên Kurd, û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgitin ji canê pak yê şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Di beşa yekem a şahiya Newrozê ya li Beljîkayî de, sirûd li ser Newrozê, ji aliyê hûnermendan ve hatin pêşkêşkirin.

Piştire peyama Hevbeş a her du Komeleyên Zagros û Kurdistanê, ji aliyê Îbrahîm Xudamuradî ve hate xwendin.

Herwiha peyama Komeleya Kurdî ya welatên Beneluxayî, ji aliyê Karên Reşîdova hate pêşkêşkirin.

Di naveroka her du peyaman de, ligel baldan bi guhertinên niha yên herêma Rojhilata Navîn ku kurd tê de dijîn, û qonaxa xebata gelê kurd gellek hestiyar hate zanîn, lewma daxwaz hate kirin, digel parastina yekîtî û tebahiyê, hewl bên dan ku Kurd bibin faktereke girîng di vê pêvajoyê de.

 Herwiha tekez hatibû kirin ku erkeke dîrokî ketiye ser hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê, bi berçavgirtina berjewendiyên bilind ên neteweyî yên Kurd, ûKurdistanê di vê qonaxê de, bi serbilindî û xwedî deskevt derbas bikin û ligel taybetmendiyên xebata Kurd li her beşeke Kurdistana dabeşkirî, xebat bo deskevtên nû û mezin ên neteweyî bê kirin.

Beşa dawî ya şahiya Newrozê, li Beljîka, govend û şahiya Kurdî bû ku, bi dengê çend hunermendên beşdar heta demjmêr 22`ê şevê berdewam kir.