
Bona pêşwazî ji cêjna Newrozê, rêûresmek hate lidarxistin.
Roja 19ê Adara 2021an rêûresma Newroza Kurdewarî, bi beşdariya sedan kes ji kadr û Pêşmerge û endam û malbatên wan, bi rê ve çu.
Wê rêûresmê bi sirûda netewî a Ey Reqîb ji aliyê komek ji Zarokên şoreşê destpê kir, û bi dû de, bîstek bêdengî bo rêz girtin ji riha Şehîdên Kurd û Kurdistanê hate ragirtin.
Piştî hingê rêzdar Kerîm Perwîzî endamê Desteya Kargêriya PDKÎ bi hilkevta Newrozê axivtinek pêşkêşî beşdar bûyî yên rêûresmê kir.
Li dirêjiya rêûresma cêjna Newrozê de li kempa Cêjnîkanê, peyama hevpare rêkxistinên Lawan û Jinên demokrat bi hilkevta Newrozê û sala nû ji aliyê Dana Rast Xedîw ve hate xwandin.
Piştî hingê Mamosta Bêbeş helbestek li jêr navê “Min berêwem” pêşkêş kir.
Sirûda bi navê Newroz ji aliyê Zarokên çavgeşe demokrat ve hate pêşkêş kirin.
Di parekî dinê ye rêûresma cêjna Newrozê li kempa Cêjnîkanê, helbeste bi devoka Kelhorî ji aliyê Sahil Xadimî ve hate pêşkêş kirin.
Pêşmergên hunermend Şêrelî temoyî û Osman Rehmanî bi sitranan û dengê xwe yê xweş, û bi alîkariya “Def” lêdana Saman Dêhnad ev rêûresm zêdetir xemilandin.
Komek ji Pêşmergan bi çend parek ji govenda xwe, şahî zêdetir şad kirin.
Meşxela hilkirina Agirê Newroza 2721ê ji aliyê 4 Zarokên Şehîdên Kurdistanê bi navên Çalak Îsmaîlî, Rêbaz û Henar Xizrî û Cîhan Ezîzî, radestî Fatih Heyranî û Mehnaz Çigîn û Rûqiye Semedî û Nusret Ehmedzadekirin û wan jî Agirê geşe Newrozê hilkirin.
Cêjna Newrozê li Kempa Cêjnîkanê bi şahî û govend û dîlanê li devra Agirê Newrozê dawî pêhat.