Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna roja Pêşmergên Kurdistanê û şeva Yeldayê li welatê Beljîkayê birêve çû

11:56 - 23 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Komeleya Kultûrî ya Zagros li welatê Beljîkayê, merasimek taybet bi boneya şeva Yelda, roja jidayîkbûna rêberê navdar ê gelê Kurd Dr. “Qasimlo” roja 26`ê Sermawezê, roja Pêşmergên Kurdistanê, lidar xistin.

Roja Şemî 1`ê Befranbarê (21`ê Kanûna Pêşîn), merasimeke mezin bi boneya şeva Yelda roja jidayîkbûna rêberê navdar ê gelê Kurd Dr. “Qasimlo” û roja 26`ê Sermawezê, roja Pêşmergên Kurdistanê, ji aliyê komeleya Kultûrî ya Zagrosê li welatê Beljîkayê, birêve çû.

Rêûresim bi xwendina marşa netewî ya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Di vê rêûresimê de, ji bo girîngîdan û rêzgirtina hêza Pêşmergê Kurdistanê di xebeta rizgarîxwaziya gelê Kurd de, “Hîsam Destpîş” berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li welatê Beljîka û yekîtiya Ewropayê axivî, û bi hûrî bal kişande ser rola girîng a Pêşmergê Kurdistanê, di qonaxên cuda yên tevgera azadîxwaziya Kurdistanê de.

Di wê rûresmê de çendin helbestên taybet ji bo roja Pêşmergê Kurdistanê û rojbûna Dr. “Qasimlo”yê rêber ji aliyê amadebûyan ve hate pêşkeşkirin.

Di dawiya rêûresmê de bi govend û dîlana amadebûyan ve dawî pêhat.