
Kurdistanmedia: Çekdarên girûpa terorîstî a Heşda Şe`ibî li bajarê Mûsilê êrîşî ser dadwerekî Kurd kirin.
Li gorî raporên belav bûyî, bo lêkolînkirina derheq vê pirsê, çend parlementerên Iraqê jî, dest bi xebatan kirine.
Parlementerê Kurd yê li parlementoya Iraqê, Şêrwan Dûberdanî, derbarê êrîşa li ser dadwerê Kurd daxuyaniyek belav kir.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ew hêvîdar in, ew bûyera careke din ducarî nebe.
Pêka nûçeyên belavbûyî, milîşên Heşda Şe`ibî yên lîwaya 40`î êrîşî li ser dadwerê Kurd li bajarê Mûsilê yê bi navê Semîr Berwarî kiribûn.
Berwarî Dadwerê giştî yê bajaroka Telebtê ye.
Herwiha Dûberdanî daye eşkerekirin jî ku, wan derheq wê bûyerê de, dest bi lêkolînê kirine.
Herwisa dadwer Semîr Berwarî, ragihandiye ku, wan lêpirsînên derbarê wan endamên Heşda Şa`ibî de dest pê kirine, û wê ew endamên Heşda Şa`ibî bên cezakirin.