Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çekdarên ser bi rejîma Îranê li “Sûriyê” bi zorê bacê ji xelkê distînin

12:12 - 24 Gulan 2021

Girûpa çekdar a bi navê “Fatimiyûn” ku girêdayê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ye û li “Sûriyê” de cihgîr bûye, givaş xistiye ser xelkê û bi awayekê zorî bacê ji wan distîne.

Pêka rapora çalakvanên Sûriyê, wê girûpa çekdar ya ser bi rejîma Îranê, gef li xelkê Sûriyê û bi taybet xelkê gundên û bajarokên ser bi bajarê “El-meyadîn” û bajarê “Sebîxan” li Rojavaya “Dêrzorê” xwariye û gotiye wan ku dibe ji %10 berhemên xwe yên werzêriyê bidin wan.

Herwisa Çavedêriya Mafê Mirovî li Sûriyê ragihandiye: Fermandeyê girûpa çekdar ya bi navê “Fatimiyûn” gef li xelkê xwariye û gotiye wan ger ji %10 berhemên xwe yên werzêriyê nedine wan, dê dest bi ser berhemên wan yên werzêriyê de bigirin, fermandeyên wan girûpên çekdar yên girêdayê bi rejîma Îranê di wan deveran de mal û milkekê zêde zewit kirine û dixwazin bi vî awayî demografiya wê deverê têk bidin.

Rojavaya Dêrzorê li nêzî sînorê Sûriye û Îraqê ye û yek ji wan cihan e, ku rejîma Îranê bi awayekî berfireh rexne kiriye nav de û girûpên çekdar yên girêdayê bi xwe di vir de cihgîr kiriye.