
Di derdora Kelîsaya kevnar a “Mar Sergîz” di quntara cîyayê “Sîr” di bajarê Urmiyê de xelk bi îzna bajarwaniyê vîlayan ava dike.
Berpirsên rejîma Îranê îznê didine xelkê ku di derdora kelîsaya kevnar a “Mar Sergîz” di ber biniya çiyayê “Sîr” di bajarê Urmiyê de, vîlayan ava bikin xisarê bi bînaya “Kelîsaya Marsergîz” bide û pêka belgeyên heyî, rejîma Îranê îzna avakirina avahiyan di derdora wê kelîsaya kevnar de daye û heya wan avahiyan bi fermî îzna hebûna av, berq û gazê û terxankirina hewcehiyên malan hene û ji bajarwaniya Urmiyê, binyata Mesken û “cihvarên kevn û çandî” derfeta wan hatiye dan.
Berpirsê “Kelîsaya Marsergîz”, Wislon Yûhan, dibêje ku me gişt berpirsên girêdayî agehdarê wan avakirina avahiyan kirine lê, ew bîna bi îzna bajarvanî, “binyata Mesken” û “Mirasa Ferhengî”, hatine avakirinê û wan navendan derfeta wî karî daye xwediyê wan avahiyan û erdê derdora Kelîsaya “Mar Sergîz” firotine wan û xelk avahihiyan di wan erdan de ava dike.
Kelîsaya “Mar Sergîz” dîrokeke 1800 salî heye û ya dewreya Sasaniyan e û yek ji cihên balkêşên bajarê Urmiyê ye.