Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Celîl Rehîmî Cehanabadî”: “Mafiyayên desthilatê Wezaretxaneyên Îranê bi rê ve dibin nek Wezîr”

12:01 - 10 Îlon 2020

Endamekî meclîsa rejîma Îranê daye zanîn, ku biryarder di wî welatî de kesên di bin sîberê de ne û wezaretxaneyên Îranê ji aliyê wan kesan ve têne birêvebirinê nek ji aliyê Wezîran ve.

Roja Çarşemî, 9ê Îlonê, Endamê meclîsa rejîma Îranê, “Celîl Rehîmî Cehanabadî” di cîvîna meclîsê de, tevî îtirafkirin bi hebûna mafiyaya desthilat û neşiyana karbidestên rejîmê, got: “Ez wisa dîbînim ku biryarder di wî welatî de kesên di bin sîberê de ne û wezaretxaneyên Îranê ne ji aliyê Wezîran ve belkî ji aliyê mafiyayên desthilat yên derdora wan Wezîran ve bi rê ve diçin”.

Herwisa navbirî rû li endamên meclîsa rejîmê got: “Birayên hêja, di wan 100 rojên ku hûn nûnerê xelkê ne, nirxa birinc bûye 4 beranber û nirxa maşînan bûye 3 qat û  nirxa perê Îranê bi qasî 3 qatan daketiye.

Desthilat di Îranê de bi tenê li destê Rêberê Olî yê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî” de ye, karûbarên tev dezgehên rejîma Îranê ji aliyê kesên girêdayê “Elî xamineyî” ve têne birêvebirinê û biryara dawî û sîstema kar di Îranê de pêka biryarên rêberê rejîma Îranê ye.