Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çemê Zengemar a Makoyê bûye kanala averoya bajar

18:15 - 2 Şibat 2021

Nebûna sîstema avero û palavtingeha averoyan li bajarê “Mako”yê li parêzgeha Urmiyê, surûşt û rûkê wî bajara levitandiye û çemê “Zengemar” ku li nav bajar derbas dibe, bûyê cihê averoya bajar.

Bajarê Mako xwediyê çendîn ciwaniyên surûştî yên taybet bi xwe hene ku yek ji wan ciwaniyan çemê “Zengemar” e, lê rejîma Îranê heta niha nekariye sîstemeke averoya bajar û herwisa palavtingehek bona palavtina wan avan çê bike û ava wan averoyan rasterast dikeve nav ava çemê Zengemar.

Rejîma Îranê bi sedema neşiyan, xemsarî û girîngînedan bi xelkê wî bajarî, rêya çûna avên gemar bi çemê Zengemarê vekiriye û ava pîs û gemar, tevlî ava wî çemî dibe û bûye sedema çendîn nexweşiyan û herwisa levîtîna rûkê bajar.

Rejîma Îranê piştî 41 salan hêj nekariye sîstemeke avero bo wî bajarê dîrokî û geştiyariyê çê bike.

Çemê Zengemar yek ji ciwantirîn çemên Kurdistanê ye û li nav kevirên bazalt re derbas dibe û yek ji aliyên herî balkêş yên geştiyarî yê bajarê Makoyê ye lê, niha bûye kangeha zibil û ava gemar û bêhna pîs û çavkaniya nexweşiyan.