Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çemên Lurdistanê çik dibin

11:41 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Ava çemên bajarê “Xurem Abad” li parêgeha Lurdistanê bi qasekî kêm bûne ku, hêdî hêdî çik dibin û hişkesalî dijwartir bûye.

Roja Duşemî 26ê Temûzê, Fermandarê Bajarê “Xurem Abad”ê “Ceifer Tolabî” tevî îşarekirin bi kêmbûna %68 ya ava çemê “Kake Riza” li beranber digel sala derbasbûyî daye zanîn ku, ava çemê “Xurem Abad”ê %79 kêm bûye û herwisa asta avên binerdê jî daketiye û ew rewş di mehên bê de dijvatir bibe.

Herwisa navbirî daye zanîn ku paşhatên hişkesaliyê çendîn warên wekî aborî û civakî di wî bajarî de li xwe girtiye û werzêr û xwediyên ajelan rastî xisarên gelek giran hatine.

Parêzgeha Luristanê bi sedema nebûna bireêveberiya serast a avê rastî wê hişkesaliya dijwar hatiye û veguhastina ava wê parêzgehê bo bajarên wekî bajarê “Qum”ê yek ji wan projeyan e ku bê berçavgirtina hewcehiya xelkê Luristanê bi wê avê bûye.

Di wê derheqê de, berpirsê werzêriyê li parêzgeha Luristanê daye zanîn ku bi sedema hişkesalî û bêaviyê, 5 hezar û 500 milyard Tumen xisar bi parêzgeha Luristanê ketiye û qasa berhemên werzêriyê 700 hezar ton kêm bûye.