
Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê, şeva Înê 28`ê Şibat a 2020`an ragihandiye, ku di êrîşa balafirên şer yên Tirkiyê li ser binkeyên rejîma Sûriye û hêzên girîdayê wî di devera Heleb û Idlibê de hejmarek ji fermandên leşkerî yên Sûriyê û Hizbulaha terorîst a Lubnanê hatine kuştin.
Pêka rapora Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê, di wê êrîşê de, 4 efserên rejîma Sûriyê û çend fermandên leşkerî yên Hizbulaha terorîst a Lubnanê hatine kuştin.
Herwisa wê Çavdêra Mafê Mirov a Sûriyê daye zanîn, ku di wê êrîşê de hejmarek ji maşînên leşkerî hatine bombebarankirin û şewitandin.
Herwisa di raporê de hatiye ku di êrîşa balafirên şer yên Tirkiyê, 11 çekdarên rejîma Sûriyê di devera “Mo`ere El-Ne`iman û heya Seraqib”ê de hatine kuştin.
Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê diyarî kiriye ku, leşkerekî Tirkiyê, di encama êrîşa topxaneya hêzên rejîma Sûriyê li dijî hêzên Tirkiyê, li derdora bajarên “Teftnaz û Mo`ere El- Ne`isan”ê di rojhilatê Idlibê de hatiye kuştin.