Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend gundên girêdayê Zahidanê ji aliyê rejîmê ve hatine kawilkirin

12:45 - 23 Çirriya pêşîn 2020

Çend gund li derdora bajarê “Zahidanê” li parêzgeha “Sîstan û belûçistan”ê de, bi sedemên nexuya ji aliyê rejîma Îranê ve, bê agehdarkirina berê, bi Loderan kawil kirine û xelkê wan gundan bê serpenah mane.

Gundê “Menzil Ab” di 20 kîlometriya bajarê “Zahidan”ê de, bi fermana karbidestên rejîma Îranê, bi Lodêrên hikûmî, kawil kirin e û heta dema hiloşandina wan xaniyan, çi yek ji xwediyê xanî û xelkê wî gundî nehatibûne agehdarkirin.

Karbidestên rejîmê heta niha sedem û hegerên kawilkirina wan gundan rohn nekirine û rejîm amade nîne ku qerebûya wî xelkê lêqewimî û bêpenahê wan gundan bike.